Şanda Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re bi armanca civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî gihîşt avahiya Encûmena Wezîran li Bexdayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re bi armanca civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî gihîşt avahiya Encûmena Wezîran li Bexdayê.

Şande ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ve hate pêşwazîkirin û di civînê de şanda Herêma Kurdistanê niyazpakiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo başkirina pêwendiyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û bexdayê de diyar dike û wê derbarê de guftûgoyan dikin.

Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî îro gihîşt Bexdayê û destpêkê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya.

Biryar e piştî civîna şanda Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê re, bi Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî re bicive.

Di vê serdanê de, guftûgo derbarê pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, budce, petrol, Kerkûk û koçberan de tên kirin.

Piştî yekemîn civîna fermî ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku duhî 15ê Tîrmehê 2019an hat kirin, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta nîşandan û derbirîna nîyazpakiya Herêma Kurdistanê, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçova destûrê de serdan Bexdayê dike.

 

S. B