Erdogan: Em ji helwêstên Amerika ne razî ne!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Di derbarê herêma ewle de heta niha helwesta ko ew hêvî dikin, Amerîka nîşan neda ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Di derbarê herêma ewle de heta niha helwesta ko ew hêvî dikin, Amerîka nîşan neda ye.

Erdogan îro bersiva pirsên rojnamevanan da û di derbarê herêma ewle de diyar kir, ko ew girîngî didin siyaseta Amerîkayê, lê heta niha dijî YPGyê helwesta ko ew hêvî dikin Amerîka nîşan neda ye. Erdogan herwiha eşkere jî kir: Ew dê di lûtkeya Neteweyên Yekgirtî de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek bike.

Erdogan diyarkir: “Helîkopterên me û yên Amerîkayê li ser herêma ewle gera hevbeş dikin. Lê ev ne bes e. Em girîngî didin Amerîkayê, lê ew helwesta dijî PYD û YPGyê ko em hêvî dikin , Amerîka heta niha jî, nîşan neda ye. Divê dijî PYD û YPGyê helwesta, ko em hêvî dikin Amerîka pêk bîn e. Ez dê biçim Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî û bi egerek mezin heye, ez digel Trump hevdîtinek bikim. Em dê van meseleyan digel wî biaxifin”.

 

 

 

C.B