HSD: Divê sûdê ji rêkeftinên berê yên ENKS û TEV-DEMê bigirin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, divê sûde ji ezmûna rêkeftinên berê yên bi serperiştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera ENKS û TEV-DEMê de hatine kirin, were girtin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, divê sûde ji ezmûna rêkeftinên berê yên bi serperiştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera ENKS û TEV-DEMê de hatine kirin, were girtin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî derbarê liv û tevgera hêzên Amerîkî û şandina hêzê bo Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, hêzên Amerîka di navbera Rojava û Başûrê de Kurdistanê di nava tevgereke asayî de ye, baregehên hêzên Amerîkî li Qamişlo, Dêrik, Heseke û Dêrazorê hene, normal e pêwîstiya van baregehan bi liv û tevgerê û alavên serbazî û lojistîk hebe, ev liv û tevger jî bi hevahengiya bi HSDê re dibe.

Herwiha got jî: Hêzên navdewletî û bi taybet Amerîka û Rûsya hesabên xwe yên mana demên dirêj li Sûriyê hene, ji ber wê jî ew baregehên xwe tundtir dikin.

Li ser mana hêzên Amerîkî li navçeyên Rojavayê Kurdistanê diyar kir: HSD û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybet Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de hevpeyman in, têkçûna DAIŞê li Dêrazor û hin navçeyên Iraqê jî, nayê wateya ku DAIŞ bidawî bûye. DAIŞ wek îdolojiyeke tundrew her demê dikare xwe birêxistin bike û êrîş bike.

Herwiha got: Heta metirsiyên DAIŞê nemînin, pêwîst bi çareseriyeke siyasî û sîstemeke demokratîk û planên aboriyê yên demdirêj ji tevahiya Sûriyê hene, ji ber wê jî hêzên Hevpeymanan û hêzên Amerîkî heta çareseriya siyasî pêk tê, dê bimînin.

Amaje bi wê jî da, li gor zanyariyên HSDê, Şanderê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffery dê serdana Rojavayê Kurdistanê bike.

Derbarê destpêşxeriya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de, Mustfa Balî got, hevdîtinên HSDê bi ENKSê re dewam dikin û hewl didin astengiyên hene nehêlin. HSD xwe wek hêzeke gerentîkar pêşkêş dike û di vê çarçovê de HSDê ne tenê ENKS û TEV-DEMê dibîne, belkû partî û saziyên din jî re dike.

Herwiha got jî: HSD hêviyê ne tenê di hewldanên James Jeffrey de dibîne, di vê derbarê de rola serokatiya Herêma Kurdistanê û rola birêz Mesûd Barzanî û hemû hêzên Kurdistanî girîng dibîne, ku bikarin roleke erênî bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojava de bibînin.

Mustefa Balî tekez kir, rêkeftinên berê yên bi serperiştiya serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera ENKS û TEV-DEMê de hatine kirin û biser neketine, divê bibin ezmûnek û jê sûde jê bê girtin û encamên serneketina wan bêne lêkolînkirin û bi giyanê berpirsatiyê jê ve nêzîk bibin û berjewendiyên gelê xwe li ber çav bigirin. Herwiha li ser bingeha wan rêkeftinan jî, zemînên baweriyê bêne avakirin.

 

S. B