Bandora Lûtkeya Tehranê li Tirkiye çi bû?

Li ser mijara Îdlibê nîqaş û gengeşî berdewam dikin. Piştî ku di Lûtkeya Tehranê de nakokiya navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê derketibû holê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser mijara Îdlibê nîqaş û gengeşî berdewam dikin. Piştî ku di lûtkeya Tehranê de nakokiya navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê derketibûn holê û Tirkiye bi awayeke eşkere gotibû em operasyoneke ser Îdlibê naxwazin.

Ev nakokî û lihevnekirina navbera aliyan zêdetir kûr bû bû û rê li ber nîqaşa dahatûya proseya Astanayê û hevpeymaniya bloka Enqere, Moskow û Tehranê vekiribû. Beşeke pisporên Tirkiyeyê dibêjin proseya Astanayê ketiye tengasiya û îhtimal heye ku Tirkiye careke din berê xwe bide Emerîka û Rojavayê. Lê hin pispor jî dibêjin ev nakokî wê rê li ber cihêbûna Tirkiye û Rûsyayê veneke.

Li Sûriyeya ku ev 7 sal in şerê navxweyî berdewam dike, Îdliba keleha dawî ya di destê mixalîfan de ku ji bo operasyoneke muhtemel û keraseteke mirovî çavê hemû cîhanê ziviriye serê dibe sedema hevpeymanî û jihevcihêbûna welatên li herêm û cîhanê. Tirkiyeya ku ji sala 2015an vir ve jiber piştgirîdayîna Emerîkayê bo PYD/YPGê di mijara Sûriyeyê de ji welatên Rojava û Emerîkayê berê xwe zivirandibû û zêdetir digel bloka Rûsya û Îranê re tevgeriyabû. Lê li ser operasyona Îdlibê di lûtkeya sêalî ya Tehranê de, di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de nakokî û lihevnekirin xwe dabû der.

Ev nakokî û geşedanên dawî rê li ber vekir ku proseya Astanayê û di babeta Sûriyeyê de hevpeymaniya Tirkiye û Rûsyayê dubare bê nîqaşkirin. Hin şîrovekar dibêjin, dibe ku proseya Astanayê êdî bikeve nav tengasiyê û îhtimal heye ku Tirkiye careke din berê xwe bide Emerîka û Rojavayê.

Prof.Dr.Huseyin Bagcı-Akademîsyenê Zankoya ODTU'yê anî ziman:

"Di lûtkeya Tehranê de pêşniyaza agirbestê ya Tirkiyeyê û hewlên astengkirina operasyona ser Îdlibê ji aliyê Emerîka û Rojavayê ve hat destegkirin. Ev rewş Tirkiye û Emerîkaya ku ev demekî ye bi pirsgirêkên demkî re rûbirû ne dubare nêzî hev kir. Jixwe Tirkiye û Emerîka hevpeymanê NATOyê ne û li Minbicê şirîkê hev in. Di meseleya Sûriyeyê de hevkariya Enqere, Moskow û Tehranê Tirkiyeyê naxe bloka Ewrasyayê.

Berevajî vê hin şîrovekar jî dibêjin jixwe di mijara Îdlibê de nakokiyên navbera Enqere û Moskowê li meydanê bûn û dihatin zanîn ev nakokî nayê maneya cihêbûn û devjihevberdana Tirkiye û Rûsyayê.

Doç.Dr.Hasan Oktay-Serokê KAFKASAM'ê diyar dike:

"Li ser mijara Îdlibê Tirkiye û Rûsya lihevnekirin. Ji loma jî hin welat niha dixwazin ku vê lihevnekirina heyî kûrtir û gurtir bikin. Niha hin manîpulasyon tê kirin, divê qey li herêmê şerê Tirkiye û Rûsyayê heye. Wekî hûn dizanin Enqere ev 3 sal in di polîtîkayên xwe yên derbarê Sûriyeyê de li gel Moskowê tevdigere. Dîsa herçiqas di mijara Îdlibê de li Tehranê Tirkiye bi Rûsya û Îranê re lihevnekiribe jî bi giştî di mijara Sûriyeyê de hemaheng in. Lê li herêmê dibe ku Tirkiye carinan bi Rûsyayê re carinan jî bi Emerîkayê re tevbigere. Ev stratejiya hevsengiyê ye."

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di 17ê Îlonê de bi awayeke surprîz dê biçe Soçiyê û bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re bicive. Tê çaverêkirin di civîna Soçiyê de li mijara Îdlibê nêrînên cuda yên Enqere û Moskowê an wê bên safîkirin an jî wê ev nakokiyên heyî berdewam bikin.

 

 

 

C.B