Çawîşoglû: Bi daxwaza hin welatan YNK, Goran û PKK li dijî Barzanî lihev kirin

Çawîşoglû: Piştî piroseya referandumê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, bi daxwazê ji hin welatan li dijî Serok Barzanî hevkarî li gel PKKê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû eşkere kir, ku piştî piroseya referandumê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, bi daxwazê ji hin welatan li dijî Serok Barzanî rêketin li gel PKKê kirin.

Çawîşoglû ji medya Tirkî re tekez kir, ku berpirsekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji wî re gotiye, ku PKK bûye desthilatdarê di nav YNKê de û niha ew di nav rêzên wan de fermanan dide.

Wezîrê derve yê Tirkiyê zelal kir, ku berî niha wî berpirsê YNK çendîn caran daxwaza hevdîtinê li wî kiribû û got: Di dema dawî de jî, li bajarê Stenbolê me li ser nigan hevdîtinek kir, di wê hevdîtinê de, wî berpirsê YNK tekez kir, ku biryara YNKê ketiye destê PKKê de.

Çawîşoglû di bersiva xwe de, ji wî berpirsê YNKê re gotiye: Heya ku hûn  hevkariyê li gel rêxistinên terorîstî bikin, wê encama wê hevkariyê ev rewşa niha be.

N.O