Rêveberîya Xweser daxwaza danûstandinan ji Dîmeşqê dike

Rêvebrîya xweser li bakûr û rojhelata Sûriyayê, careke dî daxwaz kir li ser girêntîya Rûsiyayê, danûstandin di navbera Qamişlo û Dîmeşqê destpê bike.

K24- Hewlêr

Rêvebrîya xweser li bakûr û rojhelata Sûriyayê, careke dî daxwaz kir li ser girêntîya Rûsiyayê, danûstandin di navbera Qamişlo û Dîmeşqê destpê bike.

Rêveberîya Xweser ragehand, wan desteyek pêkanîye bo danûstandinan li gel hikumeta Dîmeşqê.

Xuya jî kir, ku rêveberîya wan pabendê ti biryareka wê civînê nabe heke ew bi xwe têde pişikdar nebe.

Di ragehandinekê de, Rêveberîya Xweser tekez kirîye, Ew hewil didin bigehin çareserîyekê bo kirîza Suriyayê ku pişta xwe bi nanavendîyê, demokratîyê û dadperwerîya civakî girê bide.

Di pişkeke dî ya wê ragehandinê de, Rêveberîya Xweser nîgeranîya xwe nîşan daye ji pişikdarnekirina nwênerên rêveberîyê di danûstandinên Cinêvê de û ragehand, Di civînên Cinêvê de, nwênerên girûp û mîlîşyayên teroristên paşmayî yên Daişê û Enîya Nusre hatine pişikdarkirin, lê nwênerên Kurd û pêkhateyên din, ku gelek qurabnî dane bo ji navbirina Terorê, hatîne piştguh xistin û feramoş kirin.

 

Çavkanî: RT