Karvedana Helwêsta Kurd bo hilbijartina Stenbol

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo hilbijartina şaredariya Stenbolê ya 23ê Hezîranê namzed nîşan nedaye lê bi mebesta têkçûna AK Partî wê piştgiriya kandîdê opozîsyonê Ekrem Îmamoglu yê CHPyî bike. Piştî peyama siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ya bo piştgiriya Îmamoglu ji hêla pisporan ve tê çaverêkirin bi dengên Kurdan Îmamoglu bi ser dikeve.

K24-Istanbul

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo hilbijartina şaredariya Stenbolê ya 23ê Hezîranê namzed nîşan nedaye lê bi mebesta têkçûna AK Partî wê piştgiriya kandîdê opozîsyonê Ekrem Îmamoglu yê CHPyî bike. Piştî peyama siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ya bo piştgiriya Îmamoglu ji hêla pisporan ve tê çaverêkirin bi dengên Kurdan Îmamoglu bi ser dikeve.

Li mezintirîn bajarê Tirkiyê yanê li Stenbolê roja 23ê Hezîranê wê ji zêdeyî 10 milyon û 500 hezar dengdêr ji bo hilbijartina şaredarê nû wê biçin ser sindoqan. Rikeberiya herî mezin di navbera Ekrem Îmamoglu yê kandîdê aliyê komarparêzan yanê yê CHP û Bînalî Yildirim kandîdê AK Partî ya desthilatdar de derbas dibe ku her du jî faworiya vê hilbijartinê tê destnîşankirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo hilbijartina Stenbolê namzet nîşan neda lê berpirsên partî û hevserokê berê yê Selahattîn Demîrtaş ragihandin ku li dijî AK Partî wê piştgiriya Ekrem Îmamoglu bikin.

Sezaî Temellî-Hevserokê HDP, dibêje: Li Stenbolê 1 milyon û 130 hezar dengdêrên me hene. Ji van 910 hezar kes 31ê Adarê çûn ser sindoqê. Lê 220 hezar hilbijêrên me neçûn ser sindoqan. Em ligel wan din av pêwendiyê de ne da ku biçin dengê xwe bidin. Beşdariya hilbijêrên me li gor hilbijartina bere wê zêdetir bibe. Ev hilbijartina pêş me meseleya referanduma demokrasiye ye loma divê hemû hilbijêrên me bila herin denge xwe bi kar bînin.

Gelek çavdêr û analîst balê dikêşînin ser nêzîkbûna rêjeya dengên her du kandîdan û amaje dikin hilbijêrên Kurd ku hejmara wan nêzî 2 milyon e dengê xwe bidin kîjan namzedê ew kes dê bi ser keve.

Prof. Dr. Ahmed Ozer- civaknas û siyasetzan,got: Dengên Kurdan û helwesta HDP wê bandoreke mezin li ser encaman bike. 31ê Adarê nêzî 1 milyon dengdêrên HDP dengê xwe dabûn Îmamoglu lê 23ê Hezîranê ji zêdeyî 100 hezar kesên din lê zêde bibe. Her çiqas Bînalî Yildirim peyva Kurd û Kurdistanê bi lêv bike jî li aliyê Kurdan ji dil ve nayê dîtin loma Kurd ji AK Partî gelek dûr ketine êdî.

Bi hilbijartinên dawî yên bo şaredariyên metropolên li Tirkiyê ku 31ê Adarê hatibû kirin hêz û karîgeriya Kurdan di nav şarezayan de wek faktorek girîng hat destnîşankirin û loma tê amajekirin bêyî Kurd tu formuleke siyasî naçe serî.