Cebar Yawer hûrkarîyên serdan a şanda wezareta berevanîya Îraqê bo Hewlêr aşkera dike

Emîndarê giştîyê wezareta Pêşmerge li hikumeta Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer, redkir ku evro wezareta Pêşmerge û şanda wezareta berevanîya Îraqê ti rêkkevtin wajû kiribin.

K24- Hewlêr

Emîndarê giştîyê wezareta Pêşmerge li hikumeta Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer, redkir ku evro wezareta Pêşmerge û şanda wezareta berevanîya Îraqê ti rêkkevtin wajû kiribin.

Cebar Yawer, di hevpeyvînek a taybet de li gel Kurdistan 24, ragehand: Ew şanda wezareta berevanîya Îraqê bi armanca gehandina nexşeya nûya daşbûn a hêzên, Îraqî serdana wezareta Pêşnerge kirine.

Got jî: Ew nexşeya nû li ser binemaya nûtirîn rûpîvika fermangeha rûpîvika serbazîya Îraqê hatîye amadekirin. Têde cih û dever ên hebûna hêzên Îraqî hatîye destinîşan kirin her ji Xaneqîn heya digehe Zaxo.

Xuya jî kir, armanc ji amadekirin a evê nexşeyê bo wê yekêye ku ew deverên valahîya asayîşî têde hene dinavbera hêza Pêşmerge û leşkerê Îraqê bihên destnîşankirin.

Amaje kir, di hinek deveran de bi dirêjahîya 30-30 Km ti hêzên asayîşî têde nîne. Evê yekê jî rê xweşkirîye daku Daiş li wan deveran xwe veşêre.

Cebar Yawer, Tekez jî kir, ku ti rêkevtin nehatîye encamdan. Ewê komîteyê desthilata rêkkevtinê nebûye, tenê behsa wê yekê hatîye kirin ka çawa di ayînde de karên hevpişk encam bidin bo pirvekirina valahîya asayîşî.