Silêman: Tirkiyê dixwaze wek Efrînê li “herêma ewle” bike

Endamê Polîtburo ya Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) Ehmed Silêman ragihand, ta niha hemû rêkeftinên derbarê Sûriyê de çê bûne, demkî ne û ti çareserî bi xwe re neanîne, divê dest bi çareseriyeke siyasî bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburo ya Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) Ehmed Silêman ragihand, ta niha hemû rêkeftinên derbarê Sûriyê de çê bûne, demkî ne û ti çareserî bi xwe re neanîne, divê dest bi çareseriyeke siyasî bê kirin.

Endamê Polîtburo Pêşverû Ehmed Silêman di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê de ragihand, Rojavayê Kurdistanê li ser ewlehiya Tirkiyê ne gef e, lê armanca Tirkiyê ji avakirina herêma ewle siyasî ye, Tirkiyê wek çawa li Efrînê nasnameya Kurdî nehîşt, dixwaze li rojhilatê Firatê jî heman armancê bicih bike, ji bo ti statuyeke Kurdî çê nebe û Kurd jî di Sûriyê de jî bê rol bin.

Ehmed Silêman li ser daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê got: Heger Tirkiye dixwaze yek milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ne li herêma ewle bicih bike, armanc û plana wê guhartineke demografî li herêmê çê bike. Heger Amerîka jî bi gava Tirkiyê re alîkar be, dê karesateke mezin bi ser herêmê de were û pêlên koçberiyê dê çê bibin û alozî li herêmê dê zêde bibin.

Amaje bi wê yekê jî kir, wek herêma ewle destpêkê hatiye ragihandin, HSD û gelê herêmê jî pêşwazî lê kir, lê her diçe Tirkiye fişarê li ser Ewropa û Amerîka dike, ji bo wê rêkeftinê bi aliyê xwe ve bajo.

Got jî: Ta niha hemû rêkeftinên derbarê Sûriyê de çê bûne, wek li Idlib, Minbic û deverên din demkî ne û ti çareserî bi xwe re neanîne, belkî pirsgirêkan hinekî bipaş dixe, lê nebûne rê bo çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re. Ya baş bo gelê Sûriyê ew e, Amerîka û Rûsya çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re bidin destpêkirin.

Li ser yekrêziya helwesta Kurd, Ehmed Silêman got: Yekrêziya helwesta Kurdî dibe sedema giraniya pêgeha Kurd li hember van planên li ser deverên me tên dariştin, lê mixabin heta niha ti gaveke cidî bo nêzîkbûna aliyên Kurdî nehatine avêtin. Amerîka bi tena xwe dikare Kurdan ber bi hev bîne, lê ew jî niha wê yekê nake, ji ber ku ta niha ti projeyeke Amerîkî ji Kurdan re li vê herêmê re nîn e û tenê pêwîstiya wê di warê leşkerî de bi Kurdan heye.

 

 

S. B