HDP ji bo binketina Ak Partiyê seferberî ragihand

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan eşkere dike, ji bo AK-Partî di hilbijartina Stenbolê de biser nekeve, wan seferberî ragihandine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan eşkere dike, ji bo AK-Partî di hilbijartina Stenbolê de biser nekeve, wan seferberî ragihandine.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan diyar kir, binketina AK-Partiyê, serketina dadperwerî û aştiyê ye, herwiha serketina HDP û demokrasiyê ye.

Buldan radigihîne, divê Kurdên Stnebolê dengê xwe nedin AK-Partiyê. Ji bo Kurd dengê xwe nedin AK-Partiyê, wan xwe li Stenbolê seferber kirine. Ewê li Stenbolê bi parlementer, endamên civata HDPê û hemû hevrêyên xwe re xebat dikin, da ku AK-Partî biser nekeve.

Buldan di derbarê pêvajoya aştiyê de jî axivî û da zanîn, muxatabê çareserkirina pirsa Kurdî û pêvajoya çareseriyê, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e û divê hikûmet bi wî re danûstandinan bike. Ew jî wekî HDP dikarin bibin alîkar û navbênkar.

 

S. B