Endamên Ecumena Şaredariyê yên HDPê ji kar dihên dûrxistin

Li Tetwanê, 9 endamên ecumena şaredariyê yên HDPê ji kar hatin dûrxistin.

K24- Hewlêr

Li Tetwanê, 9 endamên ecumena şaredariyê yên HDPê ji kar hatin dûrxistin.

Di hilbijartinên herêmî yên navçeya Tetwana de, HDP bi 14 endamên Encumena Şaredariyê de piranî bidest xistibû. Lê Şaredarî ketibû destê AK Partiyê.

Bi daxwaza Parêzgarê Bidlîsê, Wezareta Navexweyî, 9 endamên Encumena Şaredariya HDPê bi hinceta ku di derbarê wan de biryara lêpirsînê hene, ji kar dûr xistin.

Kesên ji kar hatine dûrxistin, dan xuyakirin, lêpirsîn piştî hilbijartinê hatiye destpêkirin. Jiber ku hejmara endamên encumenê yê AK Partî ji yên HDPê kêm bûn ev biryar hatiye standin.