Kunsulê Giştî yê Rûsiyayê: pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî dike

Kunsulê Giştî yê Rûsiyayê li Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike bi hilkefta destbikabûna wî wek serokê hikumeta Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Kunsulê Giştî yê Rûsiyayê li Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike bi hilkefta destbikabûna wî wek serokê hikumeta Herêma Kurdistanê.

Di wê peyamê de Olîg Lêvîn, Kunsulê giştîyê Rûsiyayê li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, bi hilkevta destbikarbûna wî wek serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nû kir û hêvîya serkevtinê bo wî xwazt di erkê wî yê nû de.

Di wê peyamê de Konsulê Rûsiyayê li Hewlêrê, dibêje: Em di wê Bawerîyê deyîne, bi rêya rwangeha te Kurdistan pêşkevtineke berçav bi xwe ve dê bibîne.

Herweha Kunsulê Rusyayê li Hewlêr ragehand:Ew bi bawerî ne ku li gel destbkarbûna Mesrûr Barzanî, peywendîyên dîrokî  di navbera Rûsiya û Herêma Kurdistanê de di hemû bwaran de tundtir dibin.