Li Kobanê tevgera lêkirina avahiyan zêde dibe

Li bajarê Kobanê tevgera lêkirina avahiyan ji nû ve xurt dibe, lê astengî jî bi wê re zêde dibin. Xelk gilî û gazincan ji bilindbûna nirxê heyberên lêkirinê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanî

Li bajarê Kobanê tevgera lêkirina avahiyan ji nû ve xurt dibe, lê astengî jî bi wê re zêde dibin. Xelk gilî û gazincan ji bilindbûna nirxê heyberên lêkirinê dikin.

Di encama şerê DAIŞê De, zêdetir ji sedî 70 ji malbatên Kobanê avahiyên xwe hatin rûxandin. Muslim Nebo û 6 birayên wî ku malên wan hat rûxandin, piştî derbasbûna 5 salan ji nû ve dest bi avakirina xaniyên xwe dikin. Lê ew rastî astengîyan tên.

Muslim û birayên xwe gilî û gazincan ji bilindbûna nirxê heyberên avahiyê dike û dibêje, ew 5 sal in bi kirî rûniştibû û wek koçberan mala xwe ji avahiyekê vediguhêzan avahiyeke din.

Bilindbûna nirxê heyberên lêkirinê bandora xwe ne tenê li kampaniyên lêkirinê dike, lê bandora xwe ya serekê li tevahiyê neşteciyên deverê dibe, ji ber ku nirxê kirîn û kiriya avahiyan jî buha dibe.

Piştî ku gefên Tirkiyê li ser deverê kêm bû, ji nû ve tevgere lêkirina avahiyan li bajarê kobanê çi ji liyê xwediyê avahiyên rûxandî û çi jî ji aliyê kampaniyên avakirinê pirojayên lêkirine xur bûye.