NY: Kuştina xwepêşanderên Iraqê krîza baweriyê çê kiriye

Şandera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên sivîl û bicihnekirina sozên hatine dayîn, bûne sedema ku krîza baweriyê çê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên sivîl û bicihnekirina sozên hatine dayîn, bûne sedema ku krîza baweriyê çê bibe.

Jeanine Hennis-Plasschaert di daxuyaniyekê de ragihand, di mehên dawiyê de bi sedan hezar xelkê Iraqê derketin kolanan ji bo derbirîna hêviyên xwe bo pêşerojeke baş û bê gendelî û dûrî berjewendiyên partîtî û destêwerdana derveyî. Herwiha piştî kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên sivîl û bicihnekirina sozên hatine dayîn, bûne sedema ku krîzek di baweriyê de dirust bibe.

Got jî: Piştî du mehan ji destvekişandina Serokwezîrê Iraqê, hîna serkirdeyên siyasî nikarin lihev bikin û bi pêş ve biçin. Di demekê de mikurhatin ji hemû aliyan ve hebû, ku pêwîstî bi çaksaziyên bilez heye. Dema wê hatiye ku sozên hatine dayîn, bicih werin.

Amaje bi wê jî da, her pêngavek ji bo çareserkirina daxwazên xelkê hatine avêtin û bidawî nebin, dê bê sûde bin.

Diyar kir jî, aloziyên vê dawiyê yên li ser asta herêmê, bûne sedema girîngî bi karên navxweyî yên bidawî nebûne kêm bibe. Divê pêşhatên jiyosiyasî nekevin pêş bicihkirina daxwazên xelkê Iraqê yên rewa.

Jeanine Hennis-Plasschaert giringî li karê hikûmetê yê parastina xwepêşanderan kir û got: “Serkotkirina xwepêşanderên sivîl nayê qebûlkirin.

Herwiha daxwaz ji xwepêşanderan kir jî, divê bi riyên aştiyê pabend bin û dûrî karên tundûtûjiyê bibin û dam û dezgehên giştî jî biparêzin.

 

S. B