Sirrî Sureyya Onder xwe radestî girtîgehê kir

Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Enqerê Sirrî Sureyya Onder piştî cezayê wî yê 3 sal û 6 meh girtîgehê hat pejirandin, îro li girtîgeha Kandirayê xwe radest kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Enqerê Sirrî Sureyya Onder piştî cezayê wî yê 3 sal û 6 meh girtîgehê hat pejirandin, îro li girtîgeha Kandirayê xwe radest kir.

Parlamenterê Enqerê yê HDPê Sirri Sureyya Onder û Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş di doza dihatin darizandin de ‘’Ji ber tewanê propagandaya rêxistinê kirinê’’ 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hatibû birin û îro 06.12.2018ê li girtîgeha Kandirayê xe radest kir.

Sirrî Sureyya Onder berî xwe radestî girtîgehê bike bersiva pirsên rojnamevanan da û got: ‘’Me çi kiribe em li pişt wan in. Ji hemû dostan re silav. Dê aştî û demokrasî serbikeve.’’

Dadgeha giran a 26.mîn a ceza ya Stenbolê roja 7ê Îlonê biryara xwe aşkera kiribû û ji ber ‘’Propagandaya rêxistinê kiriye’’ 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê dabû Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û ji ber heman tewanî jî 3 sal 6 meh cezayê girtîgehê jî dabû Sirrî Sureyya Onder.

Parlamenterê HDPê, jibilî parmalenteriyê wek hunermendê sînemayê jî tê naskirin û hejmarek filmên wî hene û di filman de aktorî û derhênerî jî kiriye.