"Destewajeya parêzgehan ji bo Herêma Kurdistan metirsî ye"

Kawa Mihemed: Di naveroka wê de hatiye "Parêzgehên Herêma Kurdistan", ev destewajeyeke nedestûrî ye û pêwîst e bê rastkirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê Kurd di Perlemana Iraqê de Kawa Mihemed ragihand, ku hebûna destewajeya "Parêzgehên Herêma Kurdistanê" di nav pirojeyasaya budceya 2018an ya Iraqê de, nedestûrî ye û metirsîdar e û pêwîst e bê rastkirin.

Kawa Mihemed diyar kir, ku firakisyonên Kurdistanî li dijî wê yekê ne, ku Herêma Kurdistanê bi navê parêzgehan bê naskirin û ew vê yekê red dikin.

Herwiha endamê firakisyona Goran di Perlemana Iraqê de, Kawa Mihemed got jî: "Yek ji têbîniyên me li ser pirojeyasaya budceya Iraqê ew e, ku di naveroka wê de hatiye "Parêzgehên Herêma Kurdistan", ev destewajeyeke nedestûrî ye û pêwîst e bê rastkirin, berî niha jî me ragihandibû, ku em vê yekê qebûl nakin, ev yek di pêşerojê de tiştekî metirsîdar e û bikaranîna wê rewşa ne normal e, ku piştî referanduma xelkê Kurdistanê, di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hate pêş".

Ev yek jî di demekê de ye, Perlemana Iraqê di 3/3/2018an de, bi piraniya dengan û bê guhdan bi daxwazên Kurdan, Pirojeyasaya budceya sala 2018an pesend kir û firakisyonên Kurdistanî civîn baykot kirin.

N.O