Qeyyûm Civata Şaredariya Wanê hilweşand

Qeyyûmê nû yê Şaredariya Wanê, Civata Şaredariyê hilweşand

K24 – Navenda Nûçeyan

Qeyyûmê nû yê Şaredariya Wanê, Civata Şaredariyê hilweşand.

Parêzgerê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, ê ku 2 roj berê ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve wekî Qeyyûmê Şaredariya Wanê hatibû erkdarkirin, ji bo endamên civata şaredariyê nivîsek rêkir û hilweşandina civata şaredariyê ragihand.

Li gor biryara qeyyûmê nû, dê civata Şaredariya Wanê careke din kom nebe û dê karên civata şaredariyê ji aliyê encûmenên, ku ji aliyê qeyyûm ve werin diyarkirin birêve biçe.

 

 

C.B