Amerîka: Êrîşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di egera êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyê dide Tirkiyê û dibêje: Ew kar nayê qebûlkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di egera êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyê dide Tirkiyê û dibêje: Ew kar nayê qebûlkirin.

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de di derbarê egera êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, her êrîşek tekalî li ser navçeyên bakurê Sûriyê cihê nîgeraniyê ye, bi taybet navçeyên ku leşkerên Amerîkî lê ne û her pêngavek ji wî awayî nayê qebûlkirin.

Peyvdarê Pentagonê got: Bi berpirsên Tirkiyê re civiyane û me behsa wê pirsê bi wan re kiriye û me nîgeraniya xwe jî gihandiye wan.

Sean Robertson aşkere kir jî, guftûgo û rêkeftin take çareserî ye ji bo pirsa ewlehiya li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê.

Pêştir çendîn caran Tirkiyê gefa êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê xwaribû û bajarê Efrînê dagîr kiribû, lê Serokê Amerîka di dawî daxuyaniya xwe derbarê Sûriyê de ragihand, ne ji wî ba, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dê êrîşî ser Kurdan kiriba û jinav bibira.

 

S. B