Banga çareseriya kêşeya Kurd hate kirin

Di encamnameya civîna Platforma Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî de ji bo hikûmetê banga çareseriya kêşeya Kurd hate kirin. Platformê di heman demê de ji bo çareseriya kêşeyên li Tirkiyê, ji muxalefetê jî daxwaz kir ku divê li dij desthilatê lawaz nemîne û bêhtir mil bide têkoşîna demokrasiyê.

K24- Stenbol

Di encamnameya civîna Platforma Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî de ji bo hikûmetê banga çareseriya kêşeya Kurd hate kirin. Platformê di heman demê de ji bo çareseriya kêşeyên li Tirkiyê, ji muxalefetê jî daxwaz kir ku divê li dij desthilatê lawaz nemîne û bêhtir mil bide têkoşîna demokrasiyê.

Platforma Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî civîna encûmena xwe ya giştî lidarxist. Di encamnameya encûmena Platforma Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî de banga çareseriya kêşeya Kurd hate kirin. Digel vê yekê biryara têkoşîna li dijî desthilata yek mirovî jî hate ragirtin. Di 8 xalên ku ji aliyê plaformê ve hate ragihandin de, daxwaza pêkanîna azadiya dadê, dawî lêanîna talana xwezayê, jêvegerîna mudaxeleyên Osmanîxwaz û vegerîna ser pergala berê ya parlamenteriyê cih girtin. Endama Lijneya Bilind ya platforma ku ji her reng û dengê civakê nûnerên siyasî di navê de cih digirin Nesleren Davuoglu da zanîn, pêwîst e bi rêya demokrasiya heremî kêşeya Kurd bê çareserkirin.

Nesleren Davuoglu - platforma ji bo demokrasiyê Yekîtî- got:"Ev xalên ku me ragihandine di rêya demokrasi û demokratîkbûyîna Tirkiyê de xalên giring in. Ji çareseriya kêşeya Kurd heta bi dawî lêanîna qeyrana aboriyê û vegera bo pergala demokratîk ya parlamenteriyê ya ji desthilata yek mirovî, bi gavên demokrasiya têkêl û aştiyê mimkûn in."

Platforma Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî, di heman demê de di civîna xwe ya pir deng de ku ji Kurdan bigirin heta bi Ermen, Tirk û neteweyên din jî di navê de wek pêkhate cih digirin, êrîşên li dij HDPê û tayînkirina qeyyûman ya bi ser şaredariyên Kurdan de wek neçariya desthilatê hate destnîşankirin û helwesta muxalefetê jî hate rexnekirin ku piştgiriyê nadin HDP û Kurdan. Siyasetmedar Levent Tuzelê ku Endamê Lijneya Bilind ya Platformê ye jî da zanîn armanca wan ew e ku ew welatekî demokratîk ava bikin ku hemû civakên li vî welatî jiyaneke azad û bextewar bijîn.

Levet Tuzel - endamê Platforma ji bo Demokrasiyê Yekîtî- dibêje:"Îro desthilat her cure daxwazên civakê îstîsmar dike. Rejima yek mirovî jî her diçe nirxên mirovî yên li Tirkiyê têk dibe. Ji hestên biratî û aştiyê bigirin heta bi hevahengiya civakî. Em jî dixwazin bi vê yekîtiya demokrasiyê van aliyên derbeyên xedar xwarina ji nûve tamîr bikin."

Di encamnameya civîna platformê de hate ragihandin ku ji ber qeyrana aborî û hejarbûna civakê, AK Partî ketiye prosesa belav bûne. Ji nava wê dû partiyên nû derdikevin. Ev yek jî nîşaneya wê ye ku eger AK Partî hem li nav welêt û hem jî di polîtîkaya derve de siyaseta şerxwaz berdewam bike û rêbazên mafnenasiyê bidomîne, wê dahatûya Tirkiyê bêhitr bixe nava poseseke krîtîk. Ji bo ku Tirkiye karibe jinûve rabe ser piyan, divê hemû aliyên demokrasiyê mil bidin hev û li dij desthilatê dest bi konsensusekê pêk bînin.