Bi vîdyo.. Hêzên Amerîkî careke din vegeriyan Kobanî

Peyamnêrê K24ê li Kobanî ragihand, hêzên Amerîkî yên şeva bûrî ji encama topbarana artêşa Tirkiyê ji Kobanî derketibûn, îro careke din vegeriyan binkeya xwe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kobanî ragihand, hêzên Amerîkî yên şeva bûrî ji encama topbarana artêşa Tirkiyê ji Kobanî derketibûn, îro careke din vegeriyan binkeyên xwe.

Peyamnêrê K24ê dabû zanîn, şeva bûrî topên artêşa Tirkiyê li nêzîkî binkeya hêzên Amerîkî û Fransî li girê Miştenûrê li Kobanî ketibûn û piştre jî hêzên Amerîkî ji wê binkeyê derketibûn.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) piştrast kiribû ku şeva bûrî topên artêşa Tirkiyê li nêzîkî binkeya Amerîkî li Kobanî ketibûn.

Peyamêrê me îro da zanîn, 4 otombîlên leşkerî yên Amerîkî vegeriyan Kobanî û li binkeya girê Miştenûrê bicih bûn.

Amaje bi wê jî kir, hêzên Amerîkî di bin çavdêriya helîkopterên Hevpeyamniya Navdewletî de vegeriyan Kobanî.

 

 

S. B