Konsolê Amerîka li Hewlêrê: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi pêş ve diçin

Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin ragihand, pêşketin ketiye pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin ragihand, pêşketin ketiye pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Îro şandeke Amerîkî bi serokatiya Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin serdana mezara Nemiran li Barzan kir û piştre di konferanseke rojnamevanî de armanca serdanê aşkere kir.

Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê ragihand armanca serdana wan ew e, ji bo ji nêzîk ve bizanin gelê Kurdistanê bi giştî û Barzanî bi taybetî rûbirûyî çi stem û trajediyê li ser destê rêjîma berê ya Iraqê bûne.

Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin ragihand, pêwendî ber bi pêş ve diçin û hêvîdar in di demeke nêzîk de Hewlêr û Bexda tevahiya pirsgirêkên di navbera wan de çareser bikin.

 

S. B