Bersiveka tund a gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê bo Hesen Nesrûllah

Piştî ku Hesen Nesrûllah, emîndarê Hizbûllaha Lubnanî çend axivtinên nerewa beranber bi Herêma Kurdistanê û serok Baraznî bikar anî, Cutyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê bi tundî berisiva gotinên wî da.

K24- Hewlêr

Piştî ku Hesen Nesrûllah, emîndarê Hizbûllaha Lubnanî çend axivtinên nerewa beranber bi Herêma Kurdistanê û serok Baraznî bikar anî, Cutyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê bi tundî berisiva gotinên wî da.

Deqê bersiva gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê bo Hesen Nesrûllah.

Bersivek ji gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê bo Hesen Nesrullah.

Me pê seyre bi dengeke lerzok û şêwazeka sinêlane, hêriş dikî ser Herêma Kurdistanê û rêberê neteweyekê.

Tu ku çend salin te rengê xwe nedîtîye û li jêr erdê te xwe veşartîye, vêca jî sivkatî bi gelekê qehreman dikî. Li şûna evê hêrişa nebicî, heq bû tu berevanîyê li wî neteweya jêr dest bikî ku çend salin sitem û zordarî lê dihêt kirin.

Ew hêza Pêşmerge bû Hewlêr û Kurdistan paraztî neku xelkê din. Tevî vê yekê jî me supasîya hemû kesekî kirîye ku alîkarîya me kirîye, lê ew kesê ku dibêjin nwênerê hewe bûye, û di dema serdana xwe da bo alîyê serok Barzanî pişikdar bûye, divê her ew kes be li gel hev nivşên xwe li rojên 16 û 20 û 26ê Oktobera 2017yê armanc û xewna wî dagîkirina Kurdistanê bû, lê beranber wê xweragirîyê û berevanîya qehremanane ya Pêşmerge, lerzokane û ser şorane serên xwe li kevir dan û xewna wan xistin di gorê de.

Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe hildey, çima şerî bi neteweyekê difiroşî ku ti peywendî bi te re nîne. Serok Barzanî hêma ya xweragirîya neteweyekê ye û tû yê tirsok gelek ji wê biçûktirî evê zimandirêjîyê bikî.

Dr. Cotyar Adil

 Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê

12/1/2020