Tirkiye pêşniyaza sêyem a Koşka Sipî red dike

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê belav kir, Enqere her pêşniyazeke Amerîkî jibo navbênkariya di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê belav kir, Enqere her pêşniyazeke Amerîkî jibo navbênkariya di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de red dike.

Ajansa Anadolu belav kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawuşoglu tekez kiriye, bi ti awayekî Tirkiyê ne amade ye danûstandinê bi HSDê re bike, ji ber ku ew dibêjin, “Tirkiye hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê bi terorist binav dike û ew ne amade ne guftûgoyê bi wan re bikin.”

Ev di demekê de ye, piştî êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê û rexneyên ji Amerîka re ku hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişandin, Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke rejnamevanî de ragihand, ji bo çareserkirina rewşa bakurê Sûriyê, tenê 3 bijarde hene, ew jî şandina hêzeke mezin bo herêmê, spandina dorpêçên aboriyê, yan jî navbênkarî di navbera Enqere û HSDê de. Trump jî bijardeya sêyem bi ya baştir zanîbû.

 

S. B