Li Xakûrkê serbazekî Tirkiyê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî xwe li devera Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî xwe li devera Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê ragihand.

Wezreta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand, serbazekî wan di dema êrişa gerîlayên PKK'ê ya bi narincokan de li herêma Xakûrkê hat kuştin.

Her wiha duh jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina sê serbazên xwe li Bakurê Sûriyê ragihandibû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ti agahiyên zêde nedane.

 

S. B