Amerîkayê mijûlî birrîna 250 milyon dolarane ji alîkariyên xwe yên serbazî bo Iraqê

Hikumeta Amerîkayê mijûlî amadekirina biryarekê ye, bo qutkirina 250 milyon dolaran, ji alîkariyên serbazî li Iraqê, bi egera derkirina hêzên wan.

K24- Hewlêr

Hikumeta Amerîkayê mijûlî amadekirina biryarekê ye, bo qutkirina 250 milyon dolaran, ji alîkariyên serbazî li Iraqê, bi egera derkirina hêzên wan.

Ligor raporek rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî, Wezareta derve û ya Bergirî yên Amerîkayê, mijûlî amadekirin a pakêcek taybet in, bi sizadan a Hikumeta Iraqê ji egera, biryara derkirina hêzên wan ji Iraqê.

Wê rojnameyê eşkere kiriye, ku ligor wan sizayan, Amerîka dê wan 250 milyon dolarên, bo alîkariya artêşa Iraqê terxan kiriye, qut bike.

Herweha rojnameyê, ji e-mail a berpirsek Wezareta derve ya Amerîkayê belavkiriye, ku bi biryara Wezîrê Derve Mike Pompeo, ji egera derketina Hêzên Amerîkî ji Iraqê, Waşington dê pêdaçûnê, di wan hemû alîkariyên xwe yên serbazî bo Iraqê bike.