Efrîn.. Çekdaran jinek azad kir û çarenivîsa 10 jinên din jî ne diyar e

Grûpên çekdar yên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, jineke Kurd ji 11 jinên revandî berda û hîna çarenivîsa 10 jinên din jî ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar yên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, jineke Kurd ji 11 jinên revandî berda û hîna çarenivîsa 10 jinên din jî ne diyar e.

Roja 28ê Gulana bûrî, li Efrînê di encama şerekî di navbera grûpên çekdar de û di dema derbasbûna nava baregeheke grûpa El Hemzat de, girteyeke vîdyoyê belav bû, ku tê de derket 11 jin tê de girtî ne. Lê di piştre nehat zanîn çarenivîsa wan çi ye.

Di wê derbarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî jinek ji wan 11 jinan hate azadkirin. Rewangehê belav kir jî, biryar e 10 jinên din jî di demeke nêzîk de bêne berdan.

Li gor çalakvanên Efrînê ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi hezaran welatî hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Derbarê binpêkirinên grûpên çekdar li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê tên kirin, duhî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de, ew binpêkirin şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kir, wan kiryaran rawestînin.

 

S. B