Hejmara kuştîyên xwenîşandanên Îraqê zêde dibe
K24- Hewlêr
10 xwenîşander li bajarên Bexda p Besra hatin kuştin û hikumeta Îraqê jê gefa girtina wan kesan dikinyên bi ser sazîyan dadidin.
Çend çavakanîyên ewlekarîya Îraqê aşkera kirîye, ku ji encama berdwambûna xwenîşandanên Bexda û bajarên din yên Îraqê, ku 15 roj in berdewam in, li Bexda 6 kes û li Besra 4 kes ji xwenîşanderan hatîne kuştin û hejmareke ji birîndaran jî, birînên wan gelek giran û dijwar in.
Ev di demekê de ye ku fermandeya operasyonên Bexdayê, fermana teqenekirinê li dijî xwenîşanderan derxistîye.
Evro Heyînîyê, çaverê dihêt kirin, xwenîşandanên berfireh bihên encamdan û alozîyên zêdetir durist bibin.
Heya niha bi sedema xwnîşandanan zêdetir ji 300 kes li Îraqê hatîne kuştin bi hezaran kes jî birîndar bûne.