Li Diyarbekirê Weqifa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî hat damezrandin

Li Diyarbekirê Weqifa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî hat damezrandin. Weqif, bi armanca ku têkoşînê li hember binpêkirinên mafên mirovan bike hat damezrandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê Weqifa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî hat damezrandin. Weqif, bi armanca ku têkoşînê li hember binpêkirinên mafên mirovan bike hat damezrandin. Weqif dê derbarê pinpêkirin û bêhiqûqiyan li hember mirovahiyê tên kirin de raporan amade bike. Seroka Weqifê Turkan Elçî di axaftina vekirina weqfê de got; em ê wekî Tahîr Elçî ji bo parastina mafê mirovan û demokrasiye têbikoşin.

Li Diyarbekirê li ser navê Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû weqifek bi navê "Weqifa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî" hat damezrandin. Weqif bi beşdariya mafnas, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran bi resepsiyonekê hat danasîn. Seroka Weqfê Turkan Elçî di axaftina vekirinê de got; gelek caran li hemberî binpêkirinên mafên mirovan tenê zanabûn têrê nake, divê mirov xwedî wicdar û cesaret be jî.

Seroka Weqifa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî Turkan Elçî got: "Armanca weqda me ew e ku em di nava civakê de serbixwe bin û tenê heqîqetê biparêzin. Em ê zimanê aşitî û wekheviyê bikarbînin. Em ê bi vî zimanê xwe bigihînin hemû aliyên civakê û em ê bi dengê wijdan, edalet û biratiyê cîhanekê damezrînin. Em ê bi rêbazên demokratîk hewila çareserkirina pirsgirêkan bidin."

Di civîna danasîna weqfê de bi sînevîzyonekê qala jiyana Tahîr Elçî û têkoşîna wî ya li hember binpêkirinên mafên mirovan hat kirin. Elçî, ji bo aşitiya civakî jî têdikoşiya û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd jî di nav hewildanan de bû. Yek ji şêwirmendê weqfê parêzer Elî Bayram jî amaje kir di demeke ku binpêkirinên mafên mirovan zêde bûyîn de kêmasiya Tahîr Elçî xwe dide der.

Parêzer û Şêwirmendê Weqfa Mafê Mirovan a Tahîr Elçî Alî Bayram ji K24ê re got:  "Damezrandina vê weqfê ji bo orgînezekirina têkoşîna mafê mirovan dê rêyeke mezin û baş veke. Hewilên mafnasan ji bo vê yekê hene. Dîro di vê civînê de gelek aliyên cûda hatine cem hev û din. Armanca her mafnasê ku di nav vê weqfê de cih digire ew e ku li Tirkiyeyê mafên mirovan werin têkuzkirin û sererastkirin."

Tahîr Elçî parêzerê dozên  wekî Lice, Pasûr, Cizîr, dozên feîl nediyar û îşkenceyê jî bû. Elçî di qada hiqûqa navxweyî û navdewletî de ji bo parastina mafên mirovan têdikoşiya. Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema ku li navçeya Sûra Diyarbekirê banga aştî û aramiyê dikir de di encama êrişeke çekdarî de li ber lingên Minareya Çarling hat kuştin. Heta niha jî wekî berpirsiyarê kuştina Elçî tu kes nehatiye darizandin.