HSD: 3 hezar çekdar û malbatên DAIŞê xwe radestî me kirin

Li Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê di 24 demjimêrên bûrî de 3 hezar çekdar û malbatên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê di 24 demjimêrên bûrî de 3 hezar çekdar û malbatên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mustefa Balî li Tiwittera xwe nivîsî: Di 24 demjimêrên bûrî de 3 hezar çekdar û malbatên DAIŞê xwe radestî HSDê kirin.

Balî xuya kir jî, şervanên HSDê karîn 3 jin û 4 zarokên Kurd ên Êzidî jî ji Baxozê rizgar bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê tekez kir, şerê wan li Baxozê li dijî DAIŞê berdewam e û yekalîkirina wî şerî jî nêzk e. Herwiha deriyê xweradestkirina çekdar û malbatên wan vekirî ye.

Demek e HSD ji ber hebûna sivîl û malbatên DAIŞê çend roj in êrîşî xwe rawestandibû û sivîl û malbatên DAIŞê ji Baxozê derdixist, lê 10ê vê çareke din dest bi êrîşê kiriye.

Li gor zanyariyan di vê dema dawî de zêdetir 20 hezar kes ji Baxozê derketine û hejmarek mezin ji çekdaran jî xwe radestî HSDê kirine.

 

S. B