Îran: Kurd beşeke giringe ji Sûriyê û Amerîka nahêle rêknekeftina Kurd û Sûriyê bibe

Îran, Kurd bi beşek giring ji Sûriyê dizane û Amerîkayê bi rêgirê sereke yên rêknekeftin a Kurdan û hikumeta Sûriyê tometbar dike.

K24- Hewlêr

Îran, Kurd bi beşek giring ji Sûriyê dizane û Amerîkayê bi rêgirê sereke yên rêknekeftin a Kurdan û hikumeta Sûriyê tometbar dike.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê Hsên Emîr 'Ebdullahyan, derbarê danûstandinên di navbeyna Rêveberiya rojavayê Kurdistanê û hikumeta Sûriyê de ragihand, Amerîka bo piştevanîkirina Kurdan tu armancên wê yê xêrxwazî nîn in, lêbelê astengên sereke, ji bo rêkeftina Kurdan û Şamê ne.

'Ebdullahyan got  jî, Kurd beşek sereke ji civaka Sûriyê ne, ku rolek berçav di siyaseta wî welatî de heye.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê tekez kir, hebûna Hêzên Amerîkî li Sûriyê, bê rezamendiya hikumeta Şamê ye, û daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir, dawiyê bi hebûna serbazên Amerîkayê li Sûriyê bîn e