Pispor: Eger heye ku Mosko û Şam berê xwe bidin Idlibê

Li Sûriyê devera Idliba ku keleha dawî ya hêzên opozisyona Sûriyê ye di navbera Tirkiye û Rûsyayê de wek kêşeye neçareserkirî maye.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Sûriyê devera Idliba ku keleha dawî ya hêzên opozisyona Sûriyê ye di navbera Tirkiye û Rûsyayê de wek kêşeye neçareserkirî maye. Rûsya dixwaze ku bi çi awayî be bila bibe ew dever ji hêzên tundrew bê paqijkirin. Tirkiye jî ji bo ku pêleke nû ya penaberen berev sînorên wê neye operasyonekê erênî nabîne carê. Li gorî hin pisporên Tirkiyê du gavên Tirkiyê ji bo Idlibê hene ku meseleye çareser bike. Lê hin pispor jî dibêjin eger heye Rûsya û Sûriye operasyoneke berfieh pêk bîne.

Li Sûriyê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de mijara Idlibê ya ku li ser de rêkeftina Soçiyê hatibû îmzekirin da ku ji aliyê Tirkiyê ve hêzên tundrew ji wê deverê bên derxistin ecizî û nerazîbûn xwe didin der. Di hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ya di lûtkeya G20 a li Arjantînê de ku bi Putîn re pêk anîbû Rûsyayê eciziya xwe anîbû ziman ku hêj li Idlibê bi temamî çareseriyek pêk nehatiye û hêzên tundrew nehatine derxistin. Ligel vê yekê Tirkiye jî behsa avêtina gavên cuda dike ku ji Idlibê hêzên tundrew derxîne.

Bi boçûna hin pisporan du gavên sereke yên Tirkiyê hene ji bo Idlibê û ger ev gav pêk neyên dê Tirkiye û Rûsya bi hev re mudaxaleyê Idibê bikin.

Pisporê Ewlehiyê Mîthat Îşîk ji K24ê re got: “Li gorî rêkeftina Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatibû îmzekirin pêwîst bû heta niha hêzên tundrew ji Îdlibê bihatana derxistin lê belê ev yek hêj pêk nehatiye. Niha Tirkiye careke din hewl bide ku hêzên tundrew entegreyî komên netundrew bike. Ger ev yek bisernekeve dê bi Artêşa Sûriya Azad re operasyonên taybet li ser hêzên tundrew pêk bîne ku bênandor bike. Veguhastina leşkerên bo ser sînorên Idlibê jî nîşaneya vê yekê ye. Ger ev yek pêk neyên Rûsya amadeye ku operasyonekê li ser vê deverê pêk bîne.”

Beramberî vê yekê Nûnerê Sûriyê yê daîmê yê Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî di lûtkeya Astanayê de got dema Tirkiye li Idlibê hêzên tundrew dernexe ew ê bi Rûsyayê re mudaxaleyê wê derê bikin.

Ji loma jî hin pispor dibêjin li Idlibê gelek hêzên tundrew yên dij Şam û Moskovayê hene loma hişyariyan didin Tirkiyê ku demek nêz de Idlibê çareser bike.

Akademîsyen Prof.Dr. Haydar Çakmak dibêje: “Rusya naxwaze pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re têk bibe. Lê belê hîşyariyan dide Tirkiyê ku demeke nêz de hêzên tundrew bi çi awayî dibe bila bibe ji Idlibê derxîne û meseleya idlibê bi temamî çareser bike. Ji ber ku hebûna hêzên tundrew dijî berjewendiyên Rusya û Sûriyê ne. Çimkî ne tenê hêzên dij Rejîma Esad hêzên Çeçen yên dij Rûsyayê jî li Idlibê hene. Ji ber vê çendê Şam û Moskova dixwazin Idlib demeke nêz de bê paqijkirin. Tirkiye vê yekê neke bêguman ew dê operasyoneke berfireh pêk bînîn.”

Di meha Îlonê de li bajarê Soçî ya Rûsyayê di navbeyna Enqere û Moskowayê de rêkeftina Idlibê hatibû imzekirin. Li gorî vê rêkeftinê diviyabû herî dereng heta 15ê Cotmehê li Idlibê devera ji çekên giran hatiye paqijkirin bê avakirin û rêxistinên tundrew ji herêmê derkevin. Lê belê Rûsya dibêje heta niha ev yek pêk nehatine.