Yekîtiya Jinên Kurd: Komkojiyên li ser Kurdan û Helebce ji bîr nebe

Yekitiya Jinên Kurd bi boneya derbasbûna 31 salan li ser kîmyabarana Helebceyê peyamek ji raya giştî re belav kir û ragihand, parastina Kurdan ji dagirkeran tenê bi riya tifaqa Kurdan mumkun e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekitiya Jinên Kurd bi boneya derbasbûna 31 salan li ser kîmyabarana Helebceyê peyamek ji raya giştî re belav kir û ragihand, parastina Kurdan ji dagirkeran tenê bi riya tifaqa Kurdan mumkun e.

Peyama Yekitiya Jinên Kurd:

Adar mehe azadiya jin û gele Kurd e. Ji vê sedemê ye ku komkujiyên ku tu car ji bîr nabin jî di meha Adarê de ne. 16’ê Adara 1988’an de ji hêzên rejîma dakirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehdar komkujiyeke mezin li gele sivîl ê Helebceyê kir.

Di encamê de pênc hezar zarok, jin, mêr, kal û pîr hatin qetilkirin. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî komkojiyên li ser Kurdan û Helebce qet ji bîr nabe.

Me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal, Kurdên Feylî, Yersan, Nisêbîn, Efrîn, Êzidî, Şengal, Qamişlo, Cîzîr, Roboskî…HWD jî tu car ji bîr nekir û emê ji bîr nekin.

Ji xeynî dagirkeran kêfa kesekî/ê bi kuştina Kurdan nayê. Êdî em wekî netew qetilkirina yek kurdî/ê jî qebûl nekin. Yek canê ku em bidin dagirkeran tune ye. Dîsa parastina Kurdan ji dagirkera tenê bi riya tifaqa Kurdan mumkun e.

Em wekî Yekitiya Jinên Kurd, bi taybet Helebce û hemû komkujiyên ku li Kurdîstanê pêk hatine şermezar dikin.

Yekitiya Jinên Kurd