26 çekdar ji opozisyon û serbazên Sûriyatê hatin kuştin

Ji encama şer û pevçûnên giran di navbera hikumeta Sûriya û girûpên çekdar 26 çekdarên opozisyonê û serbazên hikumeta Sûriya hatîne kuştin.

K24- Hewlêr

Ji encama şer û pevçûnên giran di navbera hikumeta Sûriya û girûpên çekdar  26 çekdarên opozisyonê û serbazên hikumeta Sûriya hatîne kuştin.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovan ragehandîye, şer bi tondî di navbera çekdarên opozsiyona Sûriya û artêşa Sûriya li  gundeoarê  parêzgeha Idlib û Lazqîye rû dide, ku heya niha ji encama wî şerî 26 çekdarên opozisyonê û serbazên hikumeta Sûriya hatîne kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne..

Riwingehê  amaje jî kir, ku ji duhî ve heya niha firokeyên şer ên Rûsiya û artêşa SûriyA nêzîkî 500 lêdanên esmanî û bijayî li navçe ya kêmkirina şer pêk anîne.