Ji bo tevayiya Tirkiye 3 mamosteyên Kurdî hatin bicîhkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye ji bo bicihkirina 20 hezar mamosteyan bi awayek fermî, kontenjan tenê ji bo 3 mamosteyan bi Kurdî hate veqetandin.
Wezareta Perwerde ya Tirkiye ligor beşan daxwaza bicihkirina 20 hezar mamosteyan kir.
Di beşa ziman û zaravayên zindî de, hat ragihandin ku 2 bi kurmancî 1 bi zazakî, daxwaza 3 mamosteyan tê kirin.
Sala par jî 3 mamoste yên Kurdî hatibûn bicihkirin.
Ji aliyek din bi hezaran mamosteyên Kurdî li hêviya bicihkirina fermî ne.
Di zimanên din de: Bi Erebî 150, Almanî 101, Fransî 1 û Ingilîzî 2038 mamoste hatin bicihkirin.
C.B