Amerîka hewla avakirina “Hevpeymaniyeke Navdewletî” li dijî Îranê dide

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ji bo avakirina “Hevpeymaniyeke Navdewletî” li dijî Îranê, serdana Siûdiye û Îmarata Erebî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ji bo avakirina “Hevpeymaniyeke Navdewletî” li dijî Îranê, serdana Siûdiye û Îmarata Erebî dike.

Mike Pompeo berî ber bi Siûdiye, Îmarata Erebî, Hindistan, Japon û Koryaya Bakur birê bikeve ragihand, Siûdiye û Îmarat hevpeymanên mezin yên rûbirûbûna Îranê ne û dê bi wan her du welatan re çawaniya avakirina hevpeymaniyeke stratejîk bo rûbirûna Îranê guftûgoyan bikin.

Herwiha pêşniyaza Washingtonê ya danûstandinên bi Îranê re dubare kir û got: “Em amade ne bê mercên pêşwext danûstandinan bi Îranê re bikin. Gava ew amade bin, dizanin me li kû bibînin.

 

S. B