Nêçîrvan Barzanî: Hîna bandora gaza jehrawî li ser jîngeha Kurdistanê heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di rêwresma Roja Jîngeha Kurdistanê de ragihand, şer, hevrikî û kîmyabaranên rêjîmên li dû hev yên Iraqî û şerê salên bûrî yên li dijî terorê, bandoreke xirap li ser jîngeha Kurdistanê kiriye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di rêwresma Roja Jîngeha Kurdistanê de ragihand, şer, hevrikî û kîmyabaranên rêjîmên li dû hev yên Iraqî û şerê salên bûrî yên li dijî terorê, bandoreke xirap li ser jîngeha Kurdistanê kiriye.

Îro Roja Jîngeha Kurdistanê ye û di rêwresmekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: Jîngeh mijareke gelek giring û xemeke mezin a cîhanî ye. Îro tenê rojek e ji bo bîranîna wê, lê belê berpirsatiya li hember jîngehê, erkekî hertimî ye.

Nêçîrvan Barzanî herî zêde behsa jîngeha Kurdistanê kir û got, dijminên gelê Kurdistanê gelek hewl dan jîngeha Kurdistanê wêran bikin û di vî warî de çi ji destê wan hatiye, kirine.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku rêjîma Beisî ya Iraqê bi hezaran çem û kanî, bax û deverên Kurdistanê bi gazên kîmyayî û çekên cur bi cur pîs kiriye û heta niha jî bandora wê yekê li ser jîngeh û xelkê Kurdistanê maye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku di mijara parastina jîngeha Kurdistanê de gavên baş hatine avêtin û pilanên hikûmetê jî di vî warî de hene û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir jîngehê biparêzin û hemû di xema jîngeha welatê xwe de bin.

 

 

S. B