Piştî Emerîka Firansa dê xwe vekişîne

Ajansa Firans Pirês belav kirîye, Firansa ti bijarte li pêş nemaye, tenê hêzên xwe di çarçoveya hevpeymanîya nêvdewletî dijî Daişê de xwe vekşîne piştî ku Donald Tiramp serokê Emerîkayê biryar da tevaya hêzên xwe ji Suriyê vekişîne.

K24- Hewlêr

Firansa bi 1000 serbazan pişikdare di hevpeymanîya nêvdewletî de dijî Daişê û ji vê hejmareyê 200 serbazên wan di hêza taybet de ne û li bakûra Suriyê cihgîr bibûn.

Evro, Dûşembîyê, serokatîya Firansayê ragehand: Di civîna Civta Berevanîyê û Asayîşa Neteweyî de li Parîsê ku bi serokatîya Îmanoyîl Makron bi rêve çû, biryara hatîye dan rêkarên pêwîst bo parastina selametîya canê serbazên supayê Firansayê bigirin ber xwe.