HSD 500 şervanên din dibe eniya Hecînê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 500 şervanên din veguhastine rojhilatê Dêrazorê. HSD dibêje wan karîne zêdetir ji 30 xalên ku jidest dabûn vegerînin bin kontrola xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 500 şervanên din veguhastine rojhilatê Dêrazorê. HSD dibêje wan karîne zêdetir ji 30 xalên ku jidest dabûn vegerînin bin kontrola xwe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, HSDê dest bi êrîşeke nû li ser baregehên DAIŞê Hecînê kir û hêzeke mezin a piştevaniyê aniye bereyên şer. Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi tundî baregehên DAIŞê yên li wê bajarokê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên Rewangehê, HSDê 500 şervanên din ji Heseke û Qamişlo anîne bereyên şerê li rojhilatê Dêrazorê ku bi vê yekê, hejmara şervanên HSDê li wê navçeyê gihîştiye 17 hezar şervan, piraniya wan ji YPG, YPJ, Ceyş El-Siwan û Cebhet El-Ekrad in.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan karîne 35 xalan ji destê DAIŞê kontrol bikin û hejmarek mezin ji mînan pûç bikin.

Herwiha HSDê radigihîne, ji destpêka şerê wê li rojhilatên Dêrazorê ve, zêdetir ji 3 hezar welatiyên sivîl rizgar kirine.

 

S. B