ENKS ligel Wezareta Derve ya Rûsyayê dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandek Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê seredana Rûsyayê dike û ligel Wezareta derve ya wî welatî dicive
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKS Kamîran Haco ji Kurdistan24 re ragihand, sibe şandek wan seredana Rûsyayê dike û roja 15ê vê mehê, li avahiya Wezareta derve ya Rûsyayê li Moskow ligel Mîxaîl Bogdanuov -Cîgirê wezîrê derve yê wî welatî dicive. Rewşa Sûriyê bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybet gotûbêj dikin.
Ev çend car in, liser daxwaza Rûsyayê, şandên ENKS seredana Moskow dikin û ligel rayedarên wî welatî dicivin.
C.B