Nwênerê serokê Rûsiya gehişte Hewlêrê

Mîxayîl Bogdanov, nwênerê serokê Rûsiya bo karûbarê Rojhelata Navîn û cêgirê wezîrê derve yê Rûsiya bi serdaneka dû rojî gehişte Hewlêrê.

K24- Hewlêr

Mîxayîl Bogdanov, nwênerê serokê Rûsiya bo karûbarê Rojhelata Navîn û cêgirê wezîrê derve yê Rûsiya bi serdaneka dû rojî gehişte Hewlêrê.

Nûçegehandê Kurdistan24ê li Hewlêrê ragehand, biryare Begdanov pirsa helbijartina serok wezîrên Îraqê, pirsa Sûriyê û peywendîyên Herêma Kurdistanê û Rûsiya ji alîyê abûrî û weberhînanê li gel  berpirsên Herêmê gengeşe bike.

Mîxayîl Begdanov ji alîyê Sefîn Dizeyî, berpirsê peywendî derve ya Herêma Kurdistan û hejmareka berpirsên hikumetê hat pêşwazî kirin.