Silêman Soylu:Heta niha 329 hezar penaberên Sûrî vegeriyane Efrîn û deverên Mertala Feratê

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, heta niha 329 hezar penaberên Sûrî vegeyane Efrîn û deverên Mertala Feratê û got, ew rêya vegera demkî bo cejnê didin, daku xelk aramiya wan deveran bibîne û biryara vegeranê bi yekcarî bide. Soylu her weha got, kesên ji Sûriyê hatine ji devera Mîsakî Mîlî hatine ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn di destê Osmaniyan de mabû û gelek rayedarê wek axa Tirkiyê dizanin.

K24- Hewlêr

Silêman Soylu, wezîrê navxwoyî yê Tirkiyê, got:" Heta niha 329 hezar welatiyên Sûriyê vegeriyane herêmên Mertala Feratê û Efrînê. Çiqas aramî li wan deveran pêş bikeve, ev hejmar dê zêdetir bibe.

Herweha got:Hin alî dibêjin, eger ku penaberên Sûrî dikarin bo cejnê biçin welatê xwe, wê demê çima li wir namînin, çawa penaber in. Ev siyaseta hikûmeta me ye. Em dixwazin wan deveran bibînin daku biryara vegerê bidin. Ev siyaset biserketiye.

Got jî:Ev veger bo deverên aram dibe, lê hê deverên ne aram zêdetir in. Divê neyê jibîrkirin, kesên ji Sûriyê hatine, ji nav sînorên Mîsakî Mîlî hatine ku hemû kes dizane Mîsakî Mîlî çiye?"