Rûsya binkeyeke esmanî li Qamişlo ava dike

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, wan dest bi avakirina binkeyeke serbazî li bajarê Qamişlo kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, wan dest bi avakirina binkeyeke serbazî li bajarê Qamişlo kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, binkeya wan a serbazî li bajarê Qamişlo dê bi sîstema mûşekan parastî be û heta niha jî 3 helîkopter lê hatine bicihkirin, ji bo berferehkirina gerên çavdêriyê li parêzgeha Hesekê.

Berî çend rojan, rojnameyeke Rûsî belav kiribû, Mosko bi Hikûmeta Sûriyê re dest bi danûstandinan kiriye, ji bo binkeyeke serbazî li Firokxaneya Qamişlo ava bike.

Wê rojnameyê diyar kir jî, Rûsya dixwaze Firokxaneya Qamişlo ji bo dema 49 salan kirê bike, armanca wê jî ew e, sîstema berevaniyê li wê binkeyê bicih bike, ji bo çavdêriyê li tevgera Amerîka li wê herêmê bike.

Ev piştî wê yekê tê, piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, Serokê Rûsya Vladîmîr Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rêkeftinek derbarê Rojavayê Kuridstanê de îmze kiribûn.

Li gor wê rêkeftinê jî, hêzên Polîsa Leşkerî  li rojhilatê Firatê dest bi gerên çavdêriyê yên bejahî û esmanî kirine.

 

S. B