Teqe li avahiya Goranê hat kirin û pasewanek hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Çend çekdaran teqe li baregeha sereke ya Tevgera Goranê li Silêmaniyê kir û di encamê de pasewanek hat kuştin.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro berbangê demjimêr 3:00 teqe li baregeha sereke ya Tevgera Goranê li girê Zergete ya Silêmaniyê hat kirin û di encamê de pasewanekî baregehê hat kuştin.
Endamê Civata Giştî yê Tevgera Goranê Xelîl Serkanî ji K24ê re ragihand, ew pasewanê hatiye kuştin, bavê 2 zarokan û Tevgera Goranê jî rêkarên yasayî digire ber.”
Aşkere kir: “Ji gelek aliyan ve teqe li avahiya Goranê hate kirin û di dema êrîşê de 2 otombîl hatin dîtin.
Polîsa Silêmaniyê ragihand, wan dest bi lêkolînê kirine.
S. B