Korbenda Navneteweyî ya liser Efrînê bidawî hat

Bi dirêjahiya 3 rojan û bi beşdariya zêdeyî 150 kesayetên siyasî, mafnas û akademisyen, Korbenda Navnetewî ya liser jenosîd û guherîna demografiyê li Efrînê, li bajarê Amûdê birêve çû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi dirêjahiya 3 rojan û bi beşdariya zêdeyî 150 kesayetên siyasî, mafnas û akademisyen, Korbenda Navnetewî ya liser jenosîd û guherîna demografiyê li Efrînê, li bajarê Amûdê birêve çû.

Îro civînên korbendê bi dawî hatin û di encam de Korbenda navhatî beyanameya dawî belav kir, ku tê de 11 xal hatine dest nîşan kirin, ji wan jî ev xalên giring hene:

 Damezrandina Komîteyek lidûvçûnê ji kesên pispor.

 Damezrandina Navendek jibo belgekirina binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin.

 Damezrandina Komîteyek yasayî, ku belgeyên komkirî radestî dadgeh û saziyên mirovî yên navdewletî bikin.

 Bang hate kirin ku, Gelê Kurd û tevayiya gelên li Sûriyê bi çalakiyên piştgiriya Efrînê rabin û rojek cîhanî ji bo piştgiriya Efrînê bê destnîşan kirin.

 Daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî hate kirin ku, qedexekirinek asmanî liser herêmên bakurê Sûriyê bê sepandin, da ku ezmûna Efrînê dûbare nebe.

 

 

C.B