Serok Barzanî pêşwazî li hunermend Enwer Şêxanî kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li hunermendê navdar ê Kurd Enwer Şêxanî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Enwer Şêxanî ya li warê pêşvebirina huner û çand de hebû û destxweşî jî lê kir ku di salên derbasbûyî de bi kedekî zêde û bi ruhekî niştîmanperwerane xizmeta hunera Kurdistanê kiriye.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya tendirustî û temendirêjiyê ji bo hunermend Enwer Şêxanî xwest.