Tirkiye: Şer û pevçûn di navbera polis û leşkeran de

Li Bajarê Kocaeliyê li navçeya Îzmitê ya Tirkiye, di navbera polisan û leşkeran de, pevçûn derket û di encam de 6 polis brîndar bûn û 7 leşker jî hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bajarê Kocaeliyê li navçeya Îzmitê ya Tirkiye, di navbera polisan û leşkeran de, pevçûn derket û di encam de 6 polis brîndar bûn û 7 leşker jî hatin girtin.

Li Navçeya İzmitê ya Kocaeliyê, di şahiyek leşkeran de, polîsan xwest, astengiyê li pêşiya wan derbixin, di encamp de şer û pevçûn di navbeyna wan de derket.

Leşkerên Tirkiyê êrişî polîsan kirin û di encam de 6 polîs brîndar bûn.

Herwiha li ser berferehbûna pevçûnê, bi gaza rûndikrêj û ava sar ve, leşker belav kirin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê ya heman bajarî jî, bi ser malen leşkeran de girtin û 7 ji wan girtin.

Serdozeriya bajêr di derbarê bûyerê de, lêpirsîn da destpê kirin.

 

 

 

C.B