Amerîka 14 lîwayên Pêşmerge biçek dike

Supasalarê Pêşmerge radigihîne, Amerîka 14 lîwayên Pêşmerge biçek dike û otombîl û pêwîstiyên serbazî jî ji wan lîwayan re dabîn dike. Komîta Pêşmerge jî radigihîne, karên Hevpeymanan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge gihîştine qonaxên bicihkirinê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Supasalarê Pêşmerge radigihîne, Amerîka 14 lîwayên Pêşmerge biçek dike û otombîl û pêwîstiyên serbazî jî ji wan lîwayan re dabîn dike. Komîta Pêşmerge jî radigihîne, karên Hevpeymanan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge gihîştine qonaxên bicihkirinê.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî ji K24ê re ragihand, pêngavên biçekirina Pêşmerge destpê bûne û di pêngava yekem de 109 otombîlên ji cura Hammar gihîştine mîreya Wezareta Pêşmerge.

Aşkere kir jî, destpêkê ji Lîwaya 14 û 16 destpê dike û piştre 12 lîwayên din tên biçekirin. Herwiha behsa hevahengiya Hevpeymanan û Pêşmerge û destpêkirina rahênankirinê kir û got: Niha bi awayekî demkî rahênankirin hatiye rawestandin, lê civînên wan berdewam in û di demeke nêzîk de dest bi rahênankirina Pêşmerge dikin.

Ji aliyekî din ve, Cîgirê Serokê Komîta Pêşmerge di Perlemana Kurdistanê de Osman Sêderî ji K24ê re diyar kir, karên Hevpeymanan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge gihîştine qonaxa bicihkirinê.

Piştî şerê DAIŞê, Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî yekxistina hêzên Pêşmerge ne û tevahiya hêzên Pêşmerge di çend lîwayan de tên birêkxistinkirin.

 

 

S. B