Hêzên Tirkiyê bingehên YPGê li Til Rifarê topbaran dike

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê bingehên YPGê li Til Rifat û herêma Şehbayê topbaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê bingehên YPGê li Til Rifat û herêma Şehbayê topbaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin ji bajarokê Mariê ve bingehên YPGê li Til Rifat û gundên Şehbayê topbaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, herêma Til Rifat û derdora wê bi dehan topan hatin armankirin û di encamên wî topbaranê de gelek ziyanên madî çê bûne.

Herwihada zanîn jî, wek bersivekê li ser wê êrîşê, YPGê binkeyên grûpên çekdar li bajarê Ezazê topbaran kirin.

Ev yek di demekê de ye, şerekî giran di navbera YPGê û artêşa Tirkiyê û grûpên “Mertala Firatê” li gundê Hezwan a ser bi Babê ve derketiye û li gor zanyariyan ziyanên canî yên her du aliyan hene.

 

S. B