Amerîka: Tirkiyê ji wê yekê ditirse ku bakurê Sûriyê bibe Qendîla dûyem

Amerîka radighîne, Tirkiyê ji wê yekê ditirse ku bakurê Sûriyê bibe Qendîla dûyem.

K24- Hewlêr

Amerîka radighîne, Tirkiyê ji wê yekê ditirse ku bakurê Sûriyê bibe Qendîla dûyem.

James Jeffrey, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAÎŞê, li civîna taybet a Kongrêsê derbarê stratejiya Amerîka li Sûriyê eşkere kir, ew wek Amerîka di hewlên xwe ji bo nehiştina tirsên Tirkyê liser sînorê Sûriyê û pirsa Yekîneyên Parastina Gel YPGê li bakurê Sûriyê berdewam in.

 Herweha Jeffrey got jî, Tirkiye tirsek rewa heye, ku YPGê bakurê Sûriyê bike Qendîla dûyem.

Ji aliyek din ve Jeffrey ragihand, ew wek Îdareya Trump Sûriyê bicîh nahêlin, lê ew dê taktîka xwe ya leşkerî li Sûriyê biguherîn in û eşkere kir, ku Îran di rêya bi hezaran mîlîsan, dixwaze Sûriyê kontrol bike û Rûsya jî, çavên xwe ji wan karên Îranê re li Sûriyê digre