Erdogan: Tu pêwendîya me bi alîyên nêzîkî PKKyê nîne

Serokomarê Tirkiyê dibêje, tu pêwendîya wan bi alîyên nêzîkî PKKyê (partîya Karkerên Kurdistanê) re nîne û ew ti cvîneke xwe ne vexwendine.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyê dibêje, tu pêwendîya wan bi alîyên nêzîkî PKKyê (partîya Karkerên Kurdistanê) re nîne û ew ti cvîneke xwe ne vexwendine.

Serokomarê Tirkiyê, Receb Tayîb Erdogan li Tirabzonê axivt û got: Li hundir û derve, şerê wan li hember PKKyê berdewam dibe û rijtin heya dawîyê bidomînin.

Erdogan careke din dibêje ku, jiber pere şandinê bo Qendîlê, şaredar ji kar hatine dûrxistin û bang li dengderan jî dike, waneyeke baş di sindoqê de bidin alîyên hêj nekarin bibêjin PKK rêxistineka teroristî ye.

Erdogan rexne li serokê CHPyê, Kemal Kilîçdaroglu jî girt ku bi hev re heya Stenbolê mil bi mil meşyane û da xuya kirin, tu pêwendîya AKPartî bi van alîyan re nîne.